Sê serokatiyên Iraqê serkeftina li hember DAIŞê bi bîr tînin

Her sê serokatiyên Iraqê bi boneya roja serkeftina li hember DAIŞê, peyamên pîrozbahiyê belav kirin û tekezî li ser yekrêziya ji bo têkbirina terorê dikin.

Hewlêr (K24) – Her sê serokatiyên Iraqê bi boneya roja serkeftina li hember DAIŞê, peyamên pîrozbahiyê belav kirin û tekezî li ser yekrêziya ji bo têkbirina terorê dikin.

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd di peyama xwe de diyar kir, roja serkeftina li hember DAIŞê, em qurbaniyên gelê me yê ku ji ber êrîşên DAIŞê li Mûsil, Şingal û bajarên din êş û jan dîtine, bi bîr tînin.

Letîf Reşîd pesnê yekrêziya gelê Iraqê û hemû pêkhateyên hêzên ewlehiyê kiriye ku bûne sedema serkeftin û têkbirina terorê.

Serokê Parlamantoya Iraqê Mihemed Helbûsî di peyama xwe de bi boneya roja serkeftina li hember DAIŞê, tekezî li ser vegera awareyan û avakirina wan navçeyên ku ji ber şerê terorê zirar dîtine, kiriye.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî pesnê biryara lêvegera bilind a Necefê kiriye ji ber ku fetwaya şerkirina li dijî terorê daye û diyar kiriye, roja 10ê Berfanbarê wek navnîşana qehremaniyê ji bo Iraqê dimîne.

Her sê serokatiyên Iraqê di peyamên xwe de amaje bi navê hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê nekirine, ku rola wan a sereke hebû di rizgarkirina Mûsil, Şingal û têkşikandina DAIŞê de.