Li Kerkûkê çar çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Li sînorê bajarojê Dubiz yê li rojavayê bajarê Kerkûkê, firokeyên şer ên Iraqê çar çekdarên DAIŞê kuştin.

Kerkûk (K24) – Li sînorê bajarojê Dubiz yê li rojavayê bajarê Kerkûkê, firokeyên şer ên Iraqê çar çekdarên DAIŞê kuştin.

Jêderekî ewlehiyê ji Kurdistan24ê re ragihand, piştî eşkerebûna liv û tevgerên DAIŞê û diyarkirina cihê wan, hêzên asmanî yên Iraqê bi firokeyên şer ên F-16an êrîşî wan kirin û bi serkeftî armanca xwe pêk anîn.

Heman jêder eşkere kir ku di êrîşê de 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û got: “Li van deran beriya niha jî liv û tevgera DAIŞê hatibû hîskirin.”

Vê êvarê li bajarokê Tul El Bac a ser bi navçeya Şergat a li parêzgeha Selahedîn jî, çekdarên DAIŞê êrîşî baxê welatiyekî bi navê Suheyl Necm Şemerî kir û şer û pevçûneke tund rûda, di encamê de 5 çekdarên DAIŞê û welatiyek hatin kuştin.