Mexrib li ser hesabê Portugalê dîrokê dinivîse û digihîje nîvfînala Mondiala 2022an

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serkeftina bi ser hilbijardeya Portugalê, hilbijardeya Mexribê destkeftek dîrokî tomar kir ku yekem car e hilbijardeyeke Erebî û Afrîkî digihe qonaxa nîv-fînalê di Kupaya Cîhanî de.

Hilbijardeya Neteweyî ya Mexribê şeva borî di qonaxa çarîk-fînalê rûbirûyî Portugalê bû û encama (1 - 0) bi ser ket û gihîşt qonaxa nîv-fînala Mondiala Qeter 2022an.

Lîstikvanê Mexribê Yûsif El-Nusaîrî di xuleka (42) gola lîstikê ya tekane tomar kir.

Golparêzê Mexribê Yassine Bono jî, bi parastina tora xwe li pêş rêzek ji êrîşên lîstikvanên Portugalî, welatê xwe ber bi serkeftinek dîrokî ve bir.

Mexrib bû yekemîn hilbijardeya Ereb û Afrîqî di dîrokê de di Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê de digihe nîvfînalê.

Mexrib dê di nîv-fînala Mondiala Qeterê 2022an de rûbirûyî hilbijardeya Fransayê bibe ku li di çarîk-fînalê de bi encama (2 - 1) bi ser bi Îngiltirayê ket.