Nivîskar Munzur Çem koça dawiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û zanayê kurd Munzur Çem li Almanya di temenê 75 saliyê de koça dawiyê kir.

Munzur Çem, bi navê din Huseyin Baysulen, sala 1947 li navçeya Kêxê ya Çewlîgê jidayîkbû. Dibistanên xwe yên navîn û Amadeyî li Dêrsimê, Kolêja Tendirustî li Diyarbekirê temam kir.

Munzur Çem ji ber sedemên siyasî beriya sala 1980 derket derve û li  Swêdê bicîh bûbû, pişt re jî derbasî Almanya bû.

Munzur Çem ji salên 1970 ve li ser zimanê Kurdî û civaka Kurdistanê, rewşa Dêrsimê, komkujiyên dîroka nêzîk ya Kurdistanê mijûl bûye û nivîsên wî hatine weşandin. Her wiha damezrînerê Grupa Vate ye ku li ser zaravayê zazakî kar kirine.

Heta niha zêdetirî 30 pirtûkên Munzur Çem û sedan gotar û nivîsên wî bi zimanê Tirkî û zaravayê zazakî hatine weşandin.