Asayîşa Duhokê: Êrîşa ser baregeha asayîşê êrîşeke terorîstî bû

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Duhokê ragihand ku êrîşa li ser avahiya binkeyeke Asayişê ya li nav bajêr êrîşeke terorîstî ye.

Duhok (K24) - Rêveberiya Asayîşa Parêzgeha Duhokê ragihand ku êrîşa li ser avahiya baregeha Asayişê ya li nav bajêr, êrîşeke terorîstî ye.

Di daxuyaniya Rêveberiya Asayîşa Duhokê de hat diyarkirin: “Îro danê nîvro di demjimêr 12:39 xulekan de terorîstekî bi navê L.H.C hewl da êrîşê bike ser baregeha Rêveberiya Asayîşa Rojhilatê Bajarê Duhokê, lê demildest karmendên me rûbirûyî wî bûn û ew kuştin.”

Rêveberiya Asayîşa Duhokê eşkere kir: “Mixabin di encama rûbirûbûnê de karmendekî me şehîd bû û yek jî birîndar bû û dest bi lêkolînê hatiye kirin û em ê encama wê bo raya giştî diyar bikin.”

Herwiha ragihand: “Em welatiyên xwe piştrast dikin ku rewşa ewlehiyê di bin kontrolê de ye û em ê li hember her hewleke têkderane rawestin û em rê nadin aramiya bajarê me têk bidin.”

Beriya niha Peyamnêrê K24ê ragihandibû, kesekî bi çek êrîşî ser baregeha asayîşa rojhilatê Duhokê kir. Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama êrîşê de, karmendekî asayîşê yê bi navê Azad Îbrahîm şehîd bûye û karmendekî din ê bi navê Zindan Mihemed jî birîndar bûye.

Peyamnêrê me diyar kiribû, êrîşkar ku bi regez Ereb e, di encama pevçûna li gel hêzên asayişê de hatiye kuştin.