Platforma Jinan ya Dîcle-Amed bertek nîşanî tundiya li ser jin û zarokan da

Li Diyarbekirê endam û rêveberên Platforma Jinan ya Dîcle-Amed bi çalakiyekê bertek nîşanî tundî û tûjiya li hemberî jin û zarokan dan.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê endam û rêveberên Platforma Jinan ya Dîcle-Amed bi çalakiyekê bertek nîşanî tundî û tûjiya li hemberî jin û zarokan dan.

Li Diyarbekirê li Qada Şêx Seîd, endam û rêveberên Platforma Jinan ya Dîcle-Amed kom bûn û bi çalakiyekê bertek nîşanî tundî û destdirêjiya li ser jin û zarokan nîşan dan.

Çalakî di nava bergiriyên hêzeke zêde ya asayîşê de birêve çû. Jinan bi şalgerdaneke binevşî zincîra mirovan çêkirin û bi vê yekê xwestin ku bale bikçşin ser tundiya li ser jin û zarokan. Jinan bi çepik û durişman bertek nîşanî zewicandina zarokan dan.

Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Diyarbekirê Gulistan Atasoy li ser navê platfomê daxuyaniyek ragihand û got; ji ber tinebûna sizayan û parastina tawanbaran ev bûyerên bi vî rengî zêde dibin.

Gulistan Atasoy rexne li desthilatdariyê girt û daxwaz kir; divê kesên ku destdirêjiyê li jin û zarokan dikin bi sizayên giran bêne sizadan.