Hêzên asmanî yên Iraqê 4 terorîst li Diyalayê kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Îraqî roja Duşemê 2 êrîşên asmanî li dijî cihê veşartinê yên DAIŞê li çiyayê Hemrînê kirin armanc û di heman demê de 4 endamên DAIŞê li Diyalayê hatin kuştin.

Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, îro firokeyên şer 2 êrîşên asmanî li ser bargehên terorîstan li zincîreya çiyayê Hemrînê pêk anîn.

Ji aliyê xwe ve, Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê jî ragihand, Hêzên asmanî bi firokeyên F-16 şikeftek li navçeya Qere Tepe ya herêma Narînê li Diyala kire armanc û di encamê de 4 terorîst hatin kuştin.

Diyar kir jî, ev operasyon li gorî planên ewlekarî yên amadekirî û li ser bingeha zanyariyên istixbaratî yên rast ji Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî, bi hevahengiya bi Şaneya Armanckirinê ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş re hatine kirin.