Komeleya Texsîvanên Diyarbekirê derbarê daxwazeke şaredariyê de daxuyanî da

Li Diyarbekirê 528 texsiyên navbajêr dest bi kar dikin. Li gorî ragihandina rêveberên komeleya texsîvanan piştî dayîna 300 hezar lîre texsiyên nav bajêr dikarin dest bi kar bikin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê 528 texsiyên navbajêr dest bi kar dikin. Li gorî ragihandina rêveberên komeleya texsîvanan piştî dayîna 300 hezar lîre texsiyên nav bajêr dikarin dest bi kar bikin. Hin xwediyên texsiyan vî pereyî wekî “bertîl” bi nav dikin  û dayîna wê red dikin.

Li Diyarbekirê di sala 2010an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve mafê plaqeya “T” ji 914 texsiyan hat wergirtin. 528 ajokarên texsiyan bi riya dadgehê ew mafê xwe dîsa bi dest xistin.

Li ser navê ajokarên texsiyên navbajêr, Serokê Komeleya Piştgirî û Alîkariya Xwediyên Plaqeya T ya Diyarbekirê (DÎTHAK-DER) Ahmet Arslan, li ber derê Şaredariya Bajarê Mezin di daxuyekeke rojnamevanî de got; mexdûriya xwediyên texsiyan ji holê rabû. Arslan, bertek nîşanî parlementerê HDPê yê Diyarbekirê Garo Paylan da û got; ew di dema rêveberiya Osman Baydemîr de hatine mexdûrkirin.

Serokê DÎTHAK-DER’ê Ahmet Arslan got; ji 914 plaqeyên “T” 528ê wan bi biryara dadgeh û bi alîkariya rayedarên hikûmet û qeyûmê şaredariyê karîne mafê karkirinê werbigirin.

Ji aliyê din ve hin xwediyên texsiyên navbajêr dibêjin ku ji şaredariyê ji wan hatiye xwestin ku ew 300 hezar lîre pere bexşî şaredariyê bikin. Serokê DÎTHAK-DERê Ahmet Arslan bexşandina 300 hezar lîreyî bo şaredariyê piştrast kir û got; wan bi dilê xwe bexşandina 300 hezar lîreyî qebûl kirine.  Hin xwediyên texsiyan dayîna vî pereyî wekî bertîl bi nav dikin û dayîna 300 hezar lîreyî red dikin.