Senatorekî Amerîkî: Her êrîşeke din li ser Sûriyê dê Enqerê ji Washingtonê dûr bixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Senatorekî Amerîkî hişyarî dide, eger Tirkiye operasyoneke bejahî li dijî Rojavayê Kurdistanê bike, dê nerazîbûna Amerîkayê ji ya sala 2019ê tundtir be.

Endamê Komîsyona Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê yê Komarî James Risch, di derheqê egera operasyoneke Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de ji medyaya Yunanîstanê re axivî û got, operasyona Tirkiyê dê rewşa Sûriyê aloztir bike û dê bibe sedema lawazbûna şerê DAIŞê.

Herwiha ji operasyonê reva hezaran terorîstên DAIŞê dikare bibe rojev. Senatorê Amerîkî hişyarî dide Enqereyê û dibêje, eger Tirkiye operasyon bike, dê nerazîbûna Amerîkayê ji ya sala 2019an tundtir be û eger di wê operasyonê de leşkerekî Amerîkî bê kuştin, dê zirareke mezin bigihe pêwendiyên Enqere û Washingtonê.

Ev yek di demekê de, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Patrick Ryder di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, operasyonên wan ên hevbeş ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji 9ê vê mehê ve ji nû ve dest pê kirine.

Patrick Ryder got ku armanca xebata wan bi hevkarên xwecihî re li bakur-rojhilatê Sûriyê ew e, rê li vejîna DAIŞê bigirin.

Piştî gef û êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê, Amerîka gerên xwe yên hevbeş ligel HSDê kêm kiribûn.