Serokê Herêma Kurdistanê ligel Balyozê Brîtanyayê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 14/12/2022an pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Di civînê de pêşxistina pêwendiyên Brîtanya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya federal, pirsgirêk û kêşeyên li pêşiya Iraq, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên wan, piştî serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê û guftûgoyên ji bo çareserkirina wan ligel berpirsên Bexdayê, hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya pêşkêşkirina xizmetguzariyên baştir bo welatiyên Iraqê, dabînkirina derfetên kar û cîbicîkirina karname û pêşîneyên hikûmetê kirin. Her wiha rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û yekrêziya Herêma Kurdistanê giring û pêwîst dîtin û bi taybetî yekrêziya tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê piştevaniya hikûmeta nû ya Iraqê û serokwezîr Sudanê dike û derfet heye ku bi piştevaniya aliyên beşdar di hikûmeta federal de, kêşeyên welat çareser bikin. Her wiha hevkarî û karê hevbeş di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ligel Bexdayê pêwîst û girîng zanî.

Her di vê hevdîtinê de pêwendiyên Iraqê ligel welatên cîran û navçeyê, pêşhatên dawî û rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên ku cihê giringîpêdana hevbeş in, hatin gotûbêjkirin.