PAKê li Diyarbekirê Şêx Ebdulselam Barzanî bi bîr anî

Li Diyarbekirê ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ve bi semînerekê yek ji pêşengên tevgera rizgarîxwaz a azadiya Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî hat bibîranîn.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ve bi semînerekê yek ji pêşengên tevgera rizgarîxwaz a azadiya Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî hat bibîranîn. Beşdarên semînerê gotin ku Şêx Ebdulselam Barzanî kesekî reformîst bû û ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên kurdan têkoşîneke mezin da.

Li Diyarbekirê ji aliyê PAK’ê ve bi boneya 108emîn salvegera bidarvekirina yek ji pêşengên kurdan Şêx Ebdulselam Barzanî seminer hat lidarxistin. Hejmarek siyasetmedar, nivîskar, lêkolîner û rewşenbîrên Kurd beşdarî semînerê bûn. Di semînerê de behsa têkoşîn û xebata Şêx Ebdulselam Barzanî hat kirin. Nivîskar û lêkolîner Seîd Veroj di gotara ku pêşkêşkirî de got; Şêx Ebdulselam rêberekî siyasî û olî bû di dîroka rizgarîxwaziya serxwebûna Kurdistanê de xwedî rolekî girîng bû.

Nivîskar û Lêkolîner Seîd Veroj ji K24ê re diyar kir: “Şêx Ebdulselam ne tenê wekî serokekî siyasî bû; di heman demê de ew serokekî reformxwaz bû. Divê ew wekî serokekî siyasî û civakî bê binavkirin. Ew mîrasa ku di dema xwe ya kurt ya rêberiya xwe de bo me hiştiye îro bûye ew destkeftiyên Herêma Kurdistanê.”

Di semînerê de hat gotin ku; Şêx Ebdulselam Barzanî, bi damezrandina reformên ji heft xalan pêk hatî, bingeha edalata civakî, parastina jîngehê û yekgirtina hemû pêkhateyên Kurdistanê danîye. Siyasetmedarên PAK’ê dan zanîn ku; Şêx Ebdulselam Barzanî li hemberî zilm û zordariyê serê xwe netewand û di emcama xebata wî û pêşengên wekî Pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanîyê nemir îro li Herêma Kurdistanê Alaya Kurdistanê li ba dibe.

Berdevkê PAKê Hanîfî Turan ji K24ê re diyar kir: “Ji bo ku em li mîrateya Şêx Ebdulselam Barzanî xwedî derkevin divê em hin saziyên ku bikaribin li ser dîroka Kurd û Kurdistanê lêkolînan bikin damezrînin, em medyayê baştir bikarbînin û em wan fikrên niştimanî em bigihînin nifşên xwe yên nû.”

Di semînerê de hat gotin ku; ew berxwedan, têkoşîn û serîhildana bi rûmet ya netewî û niştimanî ya Şêx Ebdulselam Barzanî, îro li her çar aliyên Kurdistanê jî di astên cuda cuda de ji alîyê gelê Kurd ve berdewam e.