Fransa dawî xewna Mexribê anî û dê di fînalê de rûbirûyî Argentîna bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya neteweyî ya Fransayê li ser hesabê Mexribê gihîşt fînala Mondiala Qatar 2022, piştî ku ew bi encama (2 - 0) têk bir.

Hilbijardeya Fransayê şeva borî di qonaxa nîv-fînala Mondiala Qatar 2022 li stadyuma El-beyt li hember Mexribê bi (2 – 0) bi ser ket û derbasî fînalê bû.

Berevankarê Fransî Theo Hernandez zû di xuleka (5) de gola pêşiyê ya Fransayê tomar kir. Randall Kolo Mwani jî di xuleka (80) de gola duyemîn ji welatê xwe re zêde kir.

Hilbijardeya neteweyî ya Fransayê dê di fînalê de rûbirûyî hilbijardeya Argentînayê bibe ku duhî êvarî, li stadyuma “Lusail” hevtayê xwe yê Kirwatî (3 - 0) têk bir û derbasî fînalê bûbû.

Bi vî awayî jî, Hilbijardeya Mexribê dê ji bo bidestxistina pileya sêyem, roja Şemiya bê, li yarîgeha Xelîfe ya Navdewletî ya li paytext Dohayê, li hember Kirwatiya, Duyema Mondiala Rûsya 2018an bilîze.

Mexrib bû yekemîn hilbijardeya Erebî û Afrîkî di dîrokê de ku di Kupaya Cîhanî ya FIFAyê de digihe nîvfînalê û dê ji bo pileya sêyem hevrikiyê bike.