Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tundetûjiya li ser jinan zêde bûne

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî amarên fermî, tundetûjiya li ser jinan zêde bûye. Jinên mexdûrên tundetûjiyê û mafnas gilî û gazindan ji sizayên kêm dikin û dixwazin ku sizayên tawanên li hemberî jin û zarokan bêne zêdekirin. Gulîzar Karaman a ku yek ji wan jinên mexdûra tundetûjiyê ye ji Kurdistan24ê re behsa tundetûjiya ku bi salan li wê hatiye dike.

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan, navçeya Erxenî ya Diyarbekirê jî di nav de li bajarên Bakur di navbera Mijdara 2021 û Mijdara 2022an de 117 jin bi sedemên cuda hatin kuştin û 34 jin jî hatin birîndarkirin. Gulîzar Karaman a li Erxeniyê jî yek ji wan jinên ku bi birîndarî ji mirinê xilasbûyî ye. Gulîzar Karaman a dayika 6 zarokan, bi salan rastî tundutûjiya hevjînê xwe tê. Gulîzar, demeke dirêj li nexweşxaneyê tê dermankirin û niha ji birînên xwe dinale û bi hesreta zarokên xwe li malbaba xwe dijî.

Mexdûra Tundetûjiyê Gulîzar Karaman ji K24ê re got: “Her gav li min dixist. Her dema ku li min dixist hestiyeke min dişkand. An lingê min, an serê min, an jî pozê min dişkand. Me nan hazir bikira û razî nebibûya dîsa li min dixist. Ji aliyê hiqûqî ve çi pêwîst be ez ê bikim, bila ev ji vî zilamî re nemîne. Ez naxwazim ez jî bibim yek ji jinên ku tê kuştin.”

Ji ber vê bûyerê, kurê Gulîzarê yê 16 salî jî xalê xwe birîndar dike. Kurê wê niha zindanîkiriye. Birayê wê yê birîndar ji ber birînên xwe yên giran nikare wekî berê debara zarokên xwe bike.

Gulîzar Karaman, ji beriya 16 salan zewicî, 6 zarokên wê hene. Lê belê ew dibêje ew bi vê zewacê bextewar nebû. Ji aliyê hevjînê wê ve çendîn caran rastî tundetûjiyê hat. Herî dawî jî hevjinê wê bi demanceyê 3 gule lê barandin. Niha seqet bûye û bi vî darikî jiyana xwe berdewam dike. Gulîzar dixwaze ku ewê bûyî sedema vê rewşa wê bi sizayeke giran bê sizadan.

Hevjînê Gulîzar Karaman niha zindanîkirî ye. Gulîzar dibêje; carina ji girtîgehê jî gef lê tên xwarin carina jî hevjînê wê dibêje; ew poşman bûye û daxwaza lêborîne dike. Doza Gulîzar Karaman ji aliyê parêzerên Baroya Diyarbekirê ve tê şopandin. Parêzer dibêjin; yasa û siza ji bo pêşîlêgirtina tundetûjiya li ser jinan têrê nakin.

Mafnas Gewriye Atli dibêje: “Di van deh salên dawiyê de her roj kuştina jinan zêde dibe. Kesên ku li jin, dayîk û xwîşka xwe dixin 2-3 salan di zindanê de dimînin û derdikevin. Sizayên giran nayên dayîn, dikarin vê yekê sererast bikin.

Li gorî saziyên parastina mafên jinan, di 11 mehên 2022an de li Tirkiye û Bakur 558 jin bi sedemên cûrbecûr hatine kuştin, bi dehan jin jî hatine birîndarkirin. Li gorî daneyên ÎHDeyê, li Bakur herî zêde li bajarên Riha, Dîlok, Elezîz, Diyarbekir û Şirnexê jin rastî tundetûjiyê tên.