Partiyên Kurd yên Bakur piştgiriya yekrêziya PDK û YNK’ê dikin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê piştgiriya yekrêziya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û aliyên din yên Kurdistanî dikin. Serokên partiyê Kurdistanî yên Bakur dibêjin; qewareya Herêma Kurdistanê destkefta hemû kurdan e û yekrêziya Partî, Yekîtî û partiyên din hêviya wan e jî.

Raya giştî ya kurdên Bakurê Kurdistanê, rûdan û geşedanên li Herêma Kurdistanê ji nêz ve dişopînin. Bi taybetî di qonaxên girîng yên Herêma Kurdistanê de raya giştî ya Bakur piştgiriya xwe bo Herêma Kurdistanê nîşan daye. Siyasetmedarên partiyên Kurdistanî yên Bakur dibêjin; dibe ku di navbera partiyan de nakokî hebin lê belê di asta siyasî de ev nakokî ne di berjewendiyên gelê Kurdistanê de ne. Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel got; Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê du stûnên girîng ên Kurdistanê ne.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel ji K24ê re got: “Îro PDK û YNK du stûnên Herêma Kurdistanê ne. Yek ji wan bêyî yê din nikare li ser piyan bisekine. Herêma Kurdistanê îro bi saya van her du partiyan di vê astê de ye.  Heger îro li wir statûyeke hebe, heger demorkasî û aramî hebe ev berhema keda van herdu partiyan e û her du partî jî partiyên dîrokî ne.”

Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê, girîngiya parastina Herêma Kurdistanê tînin zimên û dibêjin; divê di serî de Partî û Yekîtî; hemû partiyên Kurdistanî, kurdên çar aliyên Kurdistanê û diasporayê, Herêma Kurdistanê wekî çavên xwe biparêzin. Li gorî nirxandina Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, yekrêziya Partî û Yekîtiyê dê zemîna yekîtiya neteweyî yê gelê kurd jî çêbike.

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek dibêje: “Li kîjan parçeyê Kurdistanê yekîtiya neteweyî pêk were bandora wê ya erênî li ser her çar parçeyên Kurdistanê û li ser dîasporayê dibe. Îro çavên her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê li Herêma Kurdistanê ye; bi taybetî jî çavên wan li ser PDK û YNKê ye. Eger ev her du partî li Hewlêr an jî li Bexda nakok bin ev nayê qebûlkirin û dê bandora wê ya nerênî li ser her çar parçeyên Kurdistanê bibe. Em bang li herdu partiyan dikin; li Hewlêrê nakokiyên xwe bi destê demokrasiyê çareser bikin. Li Bexda jî yekrêz û yekdeng bin.”

Siyasetmendarên Bakurê Kurdistanê balê dikêşin ser aloziyên li navçeyê û helwestên li dijî jinavbirina qewareya Herêma Kurdistanê û dibêjin; di rewşeke wiha aloz de pêşkêşkirina wêneyê yekrêziya partiyên Kurdistanî dê helwestên li dijî Kurdistanê jî têk bike.