Tehran biryara derxistina Îranê ji Komîsyona Navdewletî ya Jinan şermezar dike

Encûmena Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekgirtî bi piraniya dengan, Komara Îslamî ya Îranê ji Komîsyona Mafên Jinan a Neteweyên Yekgirtî derxistibû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tehran biryara derxistina Komara Îslamî ya Îranê ji  Komîsyona Navdewletî ya Mafên Jinan şermezar dike û Amerîkayê bi zextkirina li welatan tometbar dike.

Îro Pêncşemê 15ê Berfanbara 2022yan, ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihand, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî di daxuyaniyekê de ragihandiye: “Ew rêkara alîgirî ya Amerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê, hewlek  ji bo sepandina daxwazên siyasî yên yekalî ye û paşguhkirina rêkarên hilbijartinê yên di saziyên navdewletî de ye.”

Nasir Kenanî di daxuyaniyê de ev biryar wek biryareke siyasî û neyasayî bi nav kir û diyar kir, ti rewatiya vê biryarê tune ye û dê bibe sedema dirustkirina rêyeke şaş di wê rêxistinê de.

Roja Çarşemê 14ê Berfanbara 2022yan, Encûmena Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekgirtî bi piraniya dengan, Komara Îslamî ya Îranê ji Komîsyona Mafên Jinan a Neteweyên Yekgirtî derxistibû.

Hat diyarkirin ku di dengdanê de 29 welatan deng dane, 8 welat red kirine û 16 welatan jî deng nedane.

Li gor raporta Navenda Mafên Mirovan a HRANA, ji 16ê Îlonê heta 25ê Mijdara 2022yan, ji ber canjidestdana Jîna Emînî ku ji aliyê Polîsa Exlaqê ya Îranê ve hatibû desteserkirin û piştre canê xwe ji dest dabû, xwepêşandan li 156 bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin encamdan û ji ber karvedanên tund û teqeyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve, 448 xwepêşander canê xwe ji dest dan, ku ji wan 63 kes zarok in.