Huda Par û PDK-T: Divê pirsa Kurd were çareserkirin

Partiya Doza Azad (Huda Par) serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T) kir û di serdanê de serokên herdu partiyan bang kirin ku divê demildest bi awayekî dadwerane pirsa Kurd were çareserkirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Partiya Doza Azad (Huda Par) serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T) kir û di serdanê de serokên herdu partiyan bang kirin ku divê demildest bi awayekî dadwerane pirsa Kurd were çareserkirin.

Li Diyarbekirê şandeyeke Partiya Doza Azad (Huda Par) serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê - Tirkiye kir. Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglû pêşengiya şandeyê kir û ji aliyê Serokê Giştî yê PDK-T Mehmed Emîn Kardaş ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de herdu aliyan amaje kirin ku mafên gelê Kurd tên binpêkirin û divê li ser zemîna hiqûqê bi dadperwerî pirsa Kurd were çareserkirin.

Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglû amaje kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan berdewamiya diyalogê girîng e.

Serokê Giştî yê PDK-T Mehmed Emîn Kardaş jî anî zimên ku wan li hev kiriye ku pirsa Kurd heye û divê ji bo çareseriya pirsa Kurd bi hevre xebatê bimeşînin.

Derbarê tifaq û hilbijartinan de jî Zekeriya Yapicioglû da zanîn heta niha Huda Parê di nava ti tifaqekê de cih negirtiye û nehatiye vexwendin, lê ev nayê wê wateyê ku dê tifaqan de cih negirin û amade ne ji bo vê yekê di çarçoveya parastina mafên Kurdan de hevdîtinê bikin û eger Huda Par di nava tifaqekê de cih negire jî rêxistinbûna wan têrê dike ku bi tena serê xwe jî wek partî beşdarî hilbijartinan bibin.