Nêçîrvan Barzanî: Em ê heta dawiyê li ser hewlên xwe yên rizgarkirina revandiyên Êzidî berdewam bin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzan, bi boneya Cejna Rojiyê ya Êzî, peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya Cejna Rojiyê ya Êzî, peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand: “Cejneke din jî hat ku mixabin heta niha hejmareke zêde ya Kurdên Êzidî koçber in û jiyaneke dijwar dijîn.” Her wiha diyar kir ku ew hemû hewlên xwe didin ji bo eşkerekirina çarenivîsa Êzidiyên ku hatine revandin.

Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 15ê Berfanbara 2022yan ji bo pîrozkirina Cejna Rojiyê ya Êzî li Kurdên Êzidî peyamek belav kir û cejna Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg, Encûmena Rûhanî ya Kurdên Êzidî Babaşêx û hemû xwişk û birayên Êzidî pîroz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Cejan Rojiyê hevxemiya xwe nîşan da ku heta niha hejmareke zêde ya Kurdên Êzidî koçber in û beşek ji wan di kampan de dijîn û venegeriyane malên xwe.

Nêçîrvan Barzanî diyar dike, ew hêvî dike ku Kurdên Êzidî di rewşeke aram de cejna xwe derbas bikin û hêvî dike ku di cejnên bê de jî di rewşeke baştir de bin.

Herwiha li ser penaberên Kurdên Êzidî yên di kampan de Cejna Rojiyê pîroz dikin anî ziman ku “Dilê me bi wan re ye û em ji nêzîk ve rewş û jiyana wan dişopînin. Ez pîrozbahiyên xwe yên taybet pêşkêşî wan hemûyan dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de li ser Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin destnîşan kir ku hemû xwişk û birayên Êzidî piştrast dike ku dê hemû hewlên xwe ji bo rizgarkirina wan bidin.