Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser xizmetkirin û piştevaniya Êzidiyan berdewam be

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mîrê Êzidiyan, Babeşêx, Cıvata Rûhanî û tevaya Kurdên Êzidî yên li Kurdistan û seranserê cîhanê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mîrê Êzidiyan, Babeşêx, Cıvata Rûhanî û tevaya Kurdên Êzidî yên li Kurdistan û seranserê cîhanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Di vê helkeftê de, xwişk û birayên Êzidî piştrast dikim ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser xizmetkirin û piştevaniya maf û daxwaziyên wan.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî, pîrozbahiyeke germ arasteyî rêzdar Mîrê Êzidiyan û Babeşêx û Cıvata Rûhanî û tevaya xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê dikim. Hêvîdar im di seqayeke pir xweşî û tenahî de vê cejnê derbas bikin.

Di vê helkeftê de, xwişk û birayên Êzidî piştrast dikim ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser xizmetkirin û piştevaniya maf û daxwaziyên wan.

Cejna Rojiyên Êzî li hemûyan pîroz be. Her di xweşî û aramiyê de bijîn.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê