Davutoglu: Qedexekirina zimanê Kurdî sûcê li dijî mirovahiyê ye

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu derbarê astengkirina axaftina bi zimanê Kurdî di televîzyoneke Tirkiyê de diyar kir, qedexekirina zimanê Kurdî sûc e û ev kiryareke li dijî mirovahiyê ye.
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu

Stenbol (K24) - Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu derbarê astengkirina axaftina bi zimanê Kurdî di televîzyoneke Tirkiyê de diyar kir, qedexekirina zimanê Kurdî sûc e û ev kiryareke li dijî mirovahiyê ye.

Ahmet Davutoglu derbarê astengkirina axaftina bi zimanê Kurdî ku dayikeke Kurd di televîzyoneke Tirkiyê de ji ber ku Tirkî nizane Kurdî axivîbû û dengê wê hatibû qûtkirin, got: “Qedexekirina zimanê Kurdî sûc e û ev kiryareke li dijî mirovahiyê ye. Zimanê Tirkî çiqas pîroz be, zimanê Kurdî jî ewqas pîroz e. Parastina mafên Kurdan erkê hemû Tirkan e.”

Davutoglu diyar kir: “Di televîzyonekê de ku ji aliyê birayê zavayê Erdogan ve tê birêvebirin jinikeke Kurd a bi rûmet ku Tirkî nizane ji ber ku Kurdî axivî dengê wê hat birrîn. Hevalno ev sûceke mirovahiyê ye. Mafên Kurdan ez jî tê de di serî de hemû Tirk dê biparêze. Tirk dê behsa mafên Kurdan bike û bîne rojevê.”

Herwiha got: “Zimanê Yunus Emre yê Tirkî ku ez ji pîrika xwe fêr bûm çiqas pîroz be, zimanê Feqîyê Teyran ê Kurdî ku zarokekî Kurd ê li ber çemê Dîcleyê ji pîrika xwe fêr dibe ewqas pîroz e û bi vî awayî dê bê parastin. Madem ev Kurdî qedexe dikin ez ê jî bi Kurdî bang bikim: Zimanê Kurdî nayê sansûrkirin, zimanê Kurdî azad e. Loma Kurd ji min re dibêjin Serok Ahmed. Ez jî dibêjim ser çava ser sera.”