Li Diyarbekirê êrîşî wesayîta polîsan hat kirin: 9 birîndar

Li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqîn çêbû û di encamê de 9 polîs birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqînekê rûda û di encamê de 9 polîs birîndar bûn.

Li gor agahiyan li bajarê Diyarbekirê îro Înê 16ê Berfanbara 2022yan di demjimêr 05:10 xulekan de li ser rêya Mêrdîn û Diyarbekirê di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqînekê rûda û di encam de 9 polîs birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û hêzên emnî çûne cihê bûyerê û 9 polîsên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

2 KES HATIN DESTESERKIRIN

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu eşkere kir ku 2 kes bi tometa vê teqînê hatine desteserkiri.

Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand: "Li Diyarbekirê dema polîsên me diçûn ser karê xwe, di demjimêr 05:10 xulekan de otomobîleke rawestiyayî bi wesayîta wan ve teqiyaye. Polîsên me yên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û tên dermankirin."

DAXUYANIYA PARÊZGARIYA DIYARBEKIRÊ

Parêzgariya Diyarbekirê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku 9 kes birîndar bûne.

Di daxuyaniya Parêzgariya Diyarbekirê de hat eşkerekirin: "Roja 16/12/2022an di demjimêr 05:10 xulekan de dema derbasbûna mînîbusa hêzên ewlehiyê, wesayîta ku li kêleka rê hatibû rawestandin, hatiye teqandin êrişeke terorîstî pêk hatiye."

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê 9 kesên ku di mînîbusa zirxî ya polîsan de bûne ji bo kontrolê rakirine nexweşxaneyan û ti metirsiya jiyanî li ser wan tune ye.