Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê derbarê teqîna Diyarbekirê de daxuyanî da

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro serdana cihê teqîna li Diyarbekirê kir û ragihand, teqîn li navçeya Licê ya Diyarbekirê hatiye plankirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro serdana cihê teqîna li Diyarbekirê kir û ragihand, teqîn li navçeya Licê ya Diyarbekirê hatiye plankirin.

Îro Înê danê sibê li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqînekê rûda û di encamê de 1 sivîl û 8 polîs birîndar bûn.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro serdana Diyarbekirê kir û li cihê bûyerê ji rojnamevanan re ragihand, berpirsê teqînê li ser rêya navçeya Licê hatiye desteserkirin.

Suleyman Soylu got: “Di demjimêr 5:10 xulekan de danê sibê otombîlekê ku bombebarkirî li ser rê hatibû rawestandin, dema polîs û hêzên me yên emnî ji bo tedbîrên rojane diçûn bazara ajelan hat teqandin. Di mînîbusê de 9 kes hebûn, 8 polîs bûn û yek jî endazyarekî sivîl bû. Tiştek jî nebû. Hemû ji bo pişkînînê biribûn nexweşxaneyê û derketin.”

Herwiha diyar kir: “Piştî bûyerê demjimêrek bi ser de neçû, Rêveberiya Ewlekariya Amedê bi hevkariyê hem kesê ku otombîl li vir rawestandiye û hem jî kesê ku bombe bicih kiriye, li ser rêya Lîcê girtin. Demildest lêpirsîna wan kirin û kesê ku otomobîl aniye vê derê û bombe bicih kiriye, tawanê xwe qebûl kir. Kesekî ku birayê wî sala 2004an dema di nav rêxistina terorê de bûye, ji aliyê hêzên me yên emnî hatiye bêbandorkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de jî niha 5 kes desteserkirî ne. Operasyona me dê bi berfirehî bidome.”