Rûsyayê bersiva pêşniyara Erdogan a li ser hevdîtina sêalî da

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku ev daxwaza Erdogan ya hevdîtina sêalî ya Tirkiye, Rûsya û Sûriyê erênî dibînin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku ev daxwaza Erdogan ya hevdîtina sêalî ya Tirkiye, Rûsya û Sûriyê erênî dibînin.

Li gor ajansa nûçeyan a Rûsyayê RIA, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ragihandiye, ev daxwaza Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya li ser hevdîtina sêalî ya Tirkiye, Rûsya û Sûriyê erênî dibînin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh Pêncşemê 15ê Berfanbarê, dema ji serdana xwe ya Tirkmenistanê vedigeriya, derbarê operasyoneke bejahî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê de eşkere kiribû, wî ji Serokê Rusyayê Vladimir Putin xwestiye, bila Tirkiye, Rûsya û Sûriye gavên hevbeş biavêjin û serokên her sê welatan bicivin.

Erdogan diyar kiribû ku Putin bi erenî pêşwaziya vê daxwazê kiriye, herwiha li ser pirsekê eşkere jî kiribû, ew ji bo hevdîtineke ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed destûr ji Amerîkayê wernagire.

Serokomarê Tirkiyê gotibû: “Em dixwazin Sûriye, Tirkiye û Rûsya bi hev re gav biavêjin. Ji bo vê jî divê pêşî saziyên me yên îstîxbaratê, berevanî û piştre jî wezîrên me yên derve bên cem hev. Bila serok jî bên ba hev. Min ev yek bo Serokê Rûsyayê Valdimir Putin kir, wî jî erênî dît. Em ê bi vî awayî rêya hevdîtinan vekin."