Serokwezîrê Iraqê: Divê dawî li êşên Êzidiyan bê anîn

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi boneya Cejna Rojiyên Êzî peyamek arasteyî Kurdên Êzidî kir û soz da ku dawî li êşên wan bê anîn û bi serbilindî vegerin cih û warên xwe.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi boneya Cejna Rojiyên Êzî peyamek arasteyî Kurdên Êzidî kir û soz da ku dawî li êşên wan bê anîn û bi serbilindî vegerin cih û warên xwe.

Mihemed Şiya Sûdanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez Cejna Rojiyê li birayên me yên Êzidî pîroz dikim. Em soza xwe dubare dikin ku dawî li êşên wan bê anîn û bi serbilindî vegerin û li wê derê di avakirin û cardin dariştina siberoja navçeya xwe de beşdar bin.”

Kurdên Êzidî her sal Cejna Rojiyên Êzî pîroz dikin, ku beriya cejnê sê roj bi rojî dibin û di nav de jî merasîma civakî birêve diçe û pîrozbahiyê li hevdu dikin û di navbera wan kesan de ku ji hev veqetiyane, aştî tê pêkanîn û xwarinên taybet têne amadekirin, herwiha di cejnê de serdana goristanan dikin û ji bo aştî û xoşewîstiyê li cîhanê, dua dikin.