Heta niha zêdetir ji 2 hezar Êzidiyan çarenivîsa wan ne diyar e

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Proseya rizgarkirina zarokên Êzîdî zehmet bûye û îsal tenê 7 zarok hatine rizgarkirin. Dayîka yek ji wan zarokan ji K24ê re dibêje: “Dema ku kurê min hatiye revandin, tenê 4 salî bû, niha temenê wî 12 salî ye û em tiştekî li ser wî nizanin.”

Dayikek Êzidî bi navê Emşe Şimo ji K24ê re got: “Kurê min Îbrahîm tenê çar salî bû dema hatiye revandin. Em tiştekî li ser wî nizanin. Em li Sûriyê gelekî li wî geriyan, lê tu nûçe neket destê me. Em nizanin çi hatiye serê wî, ez hem ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê hem jî ji Hikûmeta Iraqê daxwaz dikim ku zarokê min vegerînin.”

Di sala 2014an de çekdarên DAIŞê piştî ku êrişa ser devera Şingalê kirin, 6 hezar û 417 Êzîdî revandin, di nav wan de jî zêdetirî 2 hezar zarok hebûn. Ji wê demê ve proseya azadkirina Êzîdiyan berdewam e, lê heta niha zêdetirî 2 hezar welatiyên Êzîdî çarenivîsa wan ne diyar e.”

Ofîsa rizgarkirina zarokên revandî tekez dike ku gelek astengî li pêşiya karê wan derdikevin û diyar dike, ji bo rizgarkirina zarokan bi taybet li Rojavayê Kurdistanê gelek astengî li pêşiya wan hene.

Berpirsê ofîsa rizgarkirina zarokên revandî Husên Qaîdî ji K24ê re ragihand, piştî 8 salan ji revandina Êzîdiyan, ew rûbirûyî zehmetiyên mezin dibin, bi taybet naskirina zarokên di temenê biçûk de ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

Derbarê rewşa zarokên ku heta niha hatine rizgarkirin, ji ber ku çekdarên DAIŞê ew fêrî tundî û hizrên tundrewî kirine, gelek astengî li pêşiya malbatên wan çêkiriye, nemaze piraniya wan zimanê xwe ji bîr kirine.