Parlamenterekî HDPê: Erdogan pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane çareser nake

Navenda Nûçeyan (K24) – Enstîtuya Rojhilata Navîn li Washingtonê li ser hilbijartinên serokomarî û parlementoya Tirkiyê konferansek li dar xist. Parlamenterek jî di wê baweriyê de ye ku Erdogan pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane çareser nake.

Endamê Fraksiyona HDPê Hişyar Ozsoy ji K24ê re got: “AK Partî dixwaze têgihiştinekê çêbike û nîşan bide ku ew careke din xwe nêzî Kurdan dike, lê ne wiha ye, ew vê yekê nake.”

Ozsoy got: “Di demekê de ku Erdogan bi partiyên dij-Kurd re tifaqê çêdike, bi ti awayî nikare pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane çareser bike. Em ji wî hêvî nakin, lê ew dixwaze vê têgihîştinê di nav Kurdan de çêbike, da ku hinek dengan bi dest bixe.”

Di vê navberê de rojnamevan Cengîz Çandar ji K24ê re got, Hilbijartinên serokomarî û parlementoyê pir girîng in, ji ber ku cara yekem e ku serdema dirêj a desthilatdariya Erdogan, di dîroka Komara Tirkiyê de ya herî dirêj e, dibe ku têk biçe. Eger têk biçe, nikare vegere. Ji ber vê yekê naxwaze winda bike, ji ber vê yekê li Tirkiyê pêşengiya tifaqeke neteweperest a li dijî Kurdan dike.”

Çandar got: “Ji bo ew hesta netewî li Tirkiyê yek bixe û li ser sindoqan dengan bi dest bide, yek ji hêsantir û kurttirîn rêyan ew e, xurtkirina neteweperestiyê ye.”

Parlamenterê CHPê Unal Çevîkoz jî got: “HDP jî partiyeke opozîsyonê ye. Mesele ne ew e ku çend partî bi hev re ne, pirsgirêk siyaseta paradîgmatîk a li Tirkiyê ye, paradîgmaya polîtîkaya otorîter e ku Erdogan û AK Partî li dijî bîrokeya demokrasiyê, pêşxistina demokrasiyê û xurtkirina pergala parlamenteriyê ne, ji ber vê yekê HDP û 6 partiyên din ên opozîsyonê di vî warî de ti cudahî di bîr û nêrînên wan de nînin, em hemû dixwazin demokrasiyê vegerînin welatê xwe.”