Beşek ji koçberên Neynewayê ji vegerê bêhêvî ne

Akrê (K24) – 18ê Berfanbarê ji aliyê Netewên Yekgirtî ve wek Roja Cîhanî ya Koçberan hatiye destnîşankirin.

Ji ber şer û rewşa ewlehî û aborî, hejmarek ji welatiyên Iraqê koçber û penaber in. Kampa Mamilyan yek ji wan kampên li navçeya Akrê ye ku 8 sal in hejmarek ji Kurdên ku ji ber şerê li dijî DAIŞê ji Mûsilê koçber bûne, lê dijîn.

300 malbatên koçber li kampa Mamilyan dijîn, ji ber rewşa xirab a ewlehî û aborî ya Mûsilê, bêhêvî ne ku vegerin warê xwe.

Ezîz Tecedîn yek ji wan koçberên ku li kampa Mamilyan dimîne ye ji K24ê re ragihand: “Ji sala 2014’an ve dema DAIŞ’ê êrîşî Mûsilê kir, em hatin sînorê parêzgeha Duhokê û 8 sal in em li vê kampê ne. ti tiştekî me li Mûsilê nemaye ku em vegerinê.”

Koçberekî din bi navê Mûsa Mistefa jî wiha got: “Em ji vegera Mûsilê bêhêvî ne, lewma em daxwaz dikin ku çareyek ji rewşa me ya li vir re bê dîtin. Zarokên me li vir mezin bûne, qet nebe ji bo xatirê wan divê çareyek were dîtin.”

Keçberê ji Mûsilê Hesen Salim ku li Akrê dijî behsa wê yekê dike, heta ku rewşa Mûsilê bi vî rengî ye, ew hizra vegera Mûsilê nakin û got: “Em dixwazin herêmên me bikeve bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê, da ku em bi aramî bijîn.”