Argentîn bi serkêşiya Messi Kupaya Cîhanî ya FIFA Qeter 2022an hildigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya neteweyî ya Argentînî bi serkeftina bi ser hevtaya xwe ya Fransî (4 - 2) di fînala Mondiala Qeter 2022an de, bû Qehremana Çap 22emîn ya Kupaya Cîhanî ya FIFA.

Şeva borî Hilbijardeya Argentînî di fînala Mondiala Qatar 2022 de li stadyuma Losîl li hember Fransayê bi encama (4 – 2) bi ser ket û bû Qehremana Çap 22emîn ya Kupaya Cîhanî ya FIFA.

Stêrkê Argentînî Lionel Messi di xuleka (23) a pêşbirkê de ji penaltiyekê gola yekem tomar kir. Angel Di Maria jî di xuleka (36) gola duyemîn welatê xwe tomar kir.

Lê strêkê Fransî Kylian Mbappe di du xulekan (80 û 81) de du gol tomar kirin û encam wekhev kir û lîstik derbasî du demên zêde bû.

Lionel Messi vegeriya û di xuleka (109) Argentîna careke din xistê pêş, lê Kylian Mbappe gola wekheviyê ya Fransayê û gola xwe ya sêyemîn di xuleka (117) de tomar kir.

Lêbelê, hilbijardeya neteweyî ya Argentînê di maratona Kûpaya Cîhanî ya "Qatar 2022" de, di dawiya dawîn de bi penaltiyan (4 -2) bi ser ket.

Tîma neteweyî ya Argentînê piştî salên (1978 û 1986) bo cara sêyem di dîroka xwe de nasnava Kupaya Cîhanî bi dest dixe.