Şandeke bilind a leşkerî ya Iraqê gihîşt Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo lêkolînkirina di kiryara terorîstî ya duhî li parêzgeha kerkûkê de, îro şandeyeke bilind a leşkerî ya Iraqê bi serokatiya Serfermandarê Iraqê gihîşt bajarê Kerkûkê.

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê bi daxuyaniyeke ragehand, îro 19.12.2022an Serfermandarê Artêşa Iraqê Ferîqî Yek Ebdulemîr Reşîd Yarella û Cîgirê Serokê Operasyonên Hevbeş Ferîq Qeys Xelef Mihemedî gihîştin Kerkûkê.

Li gor zanyariyan, armanca serdanê jî gotûbêjkirina rewşa ewlehiyê û ew êrîşa terorîstî ya duhî li sînorê Kerkûkê pêk hatiye ku tê de hejmarek polîsên federal ên Iraqê hatibûn kuştin.

Duh di encama teqîna bombeyeke vedayî bi karwaneke Polîsa Federal a Iraqê li nêzîk gundê Sefere ya ser bi nahyeya Reşad a li parêzgeha Kerkûkê de 9 polîs Ihatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.

Piştî êrîşê terorîstên DAIŞê berpirsyartiya xwe di ber vê kiryara terorîstî ragihandin.