4 endamên Supaya Pasdarên Îranê hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya fermî ya Îranê ragihand, di encama şer û pevçûnekê de li ser sînorê Îran û Pakistanê de, 4 endamên Supaya Pasdarên Îranê hatine kuştin.

Li gorî ajansa “IRNA” a fermî, Beşa Pêwendiyan a Supaya Pasdaran li başûrê rojhilatê Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, 4 endamên Supaya Pasdaran hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, 4 endamên Pasdarên Îranê îro Duşemê danê sibê di şer û pevçûnekê de ligel komek çekdarên ku Îran wan weke “komeke terrorist” bi nav dike, hatin kuştin.

Pevçûn li navçeya sînorî ya Serawan a li ser sînorê Pakistanê rû daye û di daxuyaniyê de wiha hat gotin ku di encama bersiva hêzên Îranî de, ew grûpa terorist bi nav axa Pakistanê paşve vekişiya.