Li Şirnexê rojane 5 hezar û 300 bermîl petrol tê derxistin

Li Gundê Dara yê Şirnexê bi bihayê 12 milyar dolaran petrol hatiye dîtin û bo derxistina petrolê 5 bîr hatine avakirin û rojane 5 hezar û 300 bermîl petrol tê derxistin.
kurdistan24.net

Şirnex (K24) - Li Gundê Dara yê Şirnexê bi bihayê 12 milyar dolaran petrol hatiye dîtin û bo derxistina petrolê 5 bîr hatine avakirin û rojane 5 hezar û 300 bermîl petrol tê derxistin. Welatiyên Darayê ji dîtina petrole keyfxweş in lê dibêjin ew dixwazin berî her tiştî pêdiviyên wan ên sereke werin dabînkirin.

Li Gundê Dara yê navbera Cizîr û Şirnexê û li nav Çiyayê Gabarê, van rojan kelecanek ciyawaz heye ku piştî lêkolînan hat tespîtkirin li wî gundî bihayê 12 milyar dolaran petrol heye, bo derxistina petrolê 14 xal hatine destnîşankirin û 5 bîr hatine avakirin ku rojane 5 hezar û 300 bermîl tên derxistin.  Nûnerên gund di wê hêviyê de ne ku dahata petrolê bo geşepêdana gund were xerçkirin.

Muxtarê Gundê Dara Ramazan Yilmaz ji K24ê re diyar kir: “Xwedê hez bike dê sûda wê bide gund. Daxwaziya me ew e ku bo gêncên me kar were dabînkirin û gêncên me êdî necin Manîsa û Antalyayê ku li ser axa xwe bişixulin û rê û rêbarên me werin çêkirin. Dibistan, mizgeft û malen şînê werin çêkirin. Daxwaza me ew ku dema Tirkiye bi vê petrole dewlemend bibe sudekê bide gundê me jî.”

Welatiyên li gundê Darayê dijîn jî dibêjin ew bi dîtina petrole keyfxweş in lê gelek pirsgirêkên gund hene û eger dahatên petrole bê çareseriya pirsgirêkên gund were xerçkirin wê deme dîtina petrole watedar dibe.

Welatiyek diyar dike: “Bi Xwedê tiştek gelek spehî ye lê heta niha ti sûdek wê negihiştiye me. Pêwîst e ku ev kompaniya petrole derdixe bihayê eleltrîka me bide û elektrîk bo me belaş be. Ji ber ku em feqîr me tiştek nîne.”

Herwiha welatiyekî din jî dibêje: “Xwedê em êdî nikarin heywanek ji xwe re xwedî bikin. Erdê me hemû hat girtin.”

Welatiyek jî destnîşan dike: “Em dixwazin gêncên bêkar bibin xwedî kar. Yên berê pez xwedî dikirin êdî nikarin heywanek jî xwedî bikin.”

Gundê Darayê rojane navbera 30-40î de tanker bo parzûngeha Êlihê petrole dibe û tê pêşbînîkirin ku di sala 2023yan de ji gundê Darayê rojane 20 hezar bermîlan û li gorî lêkolînan di nava petrolên 2022an li tevahiya cîhanê hatine dîtin de petrola Darayê di rêza 7. de ye ku 150 milyon bermîl e lê ev yek dê sudek çawa bide gundê darayê hîn ne diyar e.

Serjimêriya gundê Dara 1500 e û bihayê petrola wê 12 milyar dolar e lê yek ji pirsgirêkên sereke yên gundê Dara neyîna avê û gundî hêvî dikin ku petrol bibe wesîleya anîna avê jî.