PAK: Ala Kurdistanê nirxeke me ya netewî ye

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) piştî ku hêzên ewlehiya Tirkiyê ji ber Ala Kurdistanê avêtin ser baregehên PAK, PSK û Hereketa Azadî, ragihand ku “Ala Kurdistanê nirxeke me ya neteweyî ye, rûmeta me ye û em ê her û her hildin.”
PAK
PAK

Diyarbekir (K24) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) piştî ku hêzên ewlehiya Tirkiyê ji ber Ala Kurdistanê avêtin ser baregehên PAK, PSK û Hereketa Azadî, ragihand ku “Ala Kurdistanê nirxeke me ya neteweyî ye, rûmeta me ye û em ê her û her hildin.”

Li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê îro Duşemê 19ê Berfanbara 2022yan li hêzên asayîşê avêtin ser avahiyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hereketa Azadî û alayên Kurdistanê yên li avahiyên wan anîn xwarê.

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Em êrîşa li himber Ala Kurdistanê û li himber partiya me şermezar dikin, Ala Kurdistanê nirxeke me ya neteweyî ye.”

Di daxuyaniya PAKê de hat diyarkirin ku bi destûra  Serdozgerê Komarê ya Diyarbekirê polîsan, avêtine ser avahiya PAKê ya li Diyarbekirê û di nav buroya partiyê de lêgerîn kirine û nava avahiyê têk dan.

PAKê bi boneya Roja Ala Kurdistanê li avahiya xwe ya Diyarbekirê Ala Kurdistanê daliqandibû.

Li gor daxuyaniyê, polîsên ku avêtine ser avahiya PAKê gotine “Ji ber ku we Alaya Kurdistanê li ser tabelaya teşkîlata xwe hildaye, Serdozgerê Komarî yê Diyarbekirê îzna lêgerîna nav avahiyê daye me. Em ji bo vê sedemê hatine.” Di dema ku polîs çûne nav avahiya PAKê, rêvebirên partiyê me li wê derê amade bûn û paşê jî parêzerê wan Murat Aba çûya avahiyê.

PAK diyar dike: “Polîsan xwestin Alayên Kurdistanê jî ji nav avahiyê berhev bikin. Lê rêvebirên partiya me îtîraz kirin û gotin ‘Em nahêlin hûn Alaya Kurdistanê bibin’. Ji ber vê helwesta rêvebirên partiya me, polîsan bertek û nerazîbûn nîşan dan û di navbera rêvebirên partiya me û polîsan de gengeşî derket. Ji ber vê helwesta hevalên me, polîs li Serdozgerê Komarî yê Diyarbekirê digerin û Serdozger li pêş parêzerê partiya me di telefonê de dibêje ‘Divê hûn hemû alayan berhev bikin.` Lê hevalên me dîsa qebûl nekirin, polîsan jî bi awayekî zordestî ew dokument û Alayên Kurdistanê yên li nav partiyê berhev kirin.”

Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin: “Polîsan bi awayekî bêrêzî, hemû eşya, pirtûkên di nav avahiya partiyê de bûn yek bi yek têk dan, gelek afîş û dokumant ji nav avahiyê berhev kirin. Polîsan dest danîne ser hemû komputerên partiyê, dokumanên fermî, pirtûk, kovar, afîş û alayên Kurdistanê û xistine nav 6 çewalan û birine Emniyeta Diyarbekirê.”

Herwiha diyar kir: “Polîsên Emniyeta Diyarbekirê Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê hevalê me Nûrûllah Tîmûr jî ji bo îfadeyê bi xwe ra birin Emniyetê. Parêzerê partiya me Mûrat Aba jî li gel hevalê me Nûrûllah Tîmûr çû Emniyetê. Niha hevalê me Nûrûllah Tîmûr li Emniyeta Diyarbekirê ye. Serdozgerê Komarê yê Diyarbekirê, di eynî rojê ji bo PSK û Hereketa Azadî jî eynî biryar derxistiye. Û polîsên Emniyeta Diyarbekirê avêtine ser avahiyên PSK û Hereketa Azadî yên li Diyarbekirê jî. Li herdu avahiyan jî dokument û Alayên Kurdistanê berhev kirine.”

PAKê destnîşan kir: “Piştî ku di Roja Alaya Kurdistanê de PAK, PSK û Hereketa Azadî, li avahiyên xwe Alaya Kurdistanê hildan, hinek nivîskarên nîjadperest êrîş anîbû ser her sê partî û hereketan û ew wek hedef nîşan dabûn. Diyar e ku di vê biryara serdozgerî da tesîra van aliyên nîjadperest jî heye. Alaya Kurdistanê nirxeke neteweyî, niştimanî ya gelê Kurdistanê ye. Tu kes nikare vê nirxê qedexe bike û em qedexeyeke wiha nas nakin.”

Herwiha eşkere dike: “Em vê biryara Serdozgerê Komarê yê Diyarbekirê û helwesta polîsên Emniyeta Diyarbekirê wek êrîşeke li himberî nirxa neteweyî, niştimanî ya gelê Kurdistanê , êrîşeke li himber azadiya xwe îfade kirinê û azadiya xebata rêxistinî dibînin. Em vê êrîşê , vê biryarê şermezar dikin. Partiya Azadiya Kurdistanê, bi navê xwe, bi bernameya xwe û bi lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, wek partiyeke Kurdistanî hatiye avakirin. Ji ber wê jî di derbarê PAKê de doza girtinê hatiye vekirin û ev doz hêj berdewam e. PAK, di parastina xwe ya di Dadgeha Qanûna Bingehîn de jî bi zelalî gotiye ‘Em navê xwe û bernameya xwe neguherînin; divê Qanûna Bingehîna Tirkiyê û yasayên peywendîdar bêne guhartin’. Belê, Alaya Kurdistanê rûmeta me ye û emê her û her hildin.”