Opozîsyona Tirkiyê bertek nîşanî dorpêçkirina Hevserokê HDPê da

HDP bi mebesta şermezarkirina sîleyê polîsekî ku ji Ferhad Encu re avêtibû, li Stenbolê çalakiyek pêk bianiya, lê polîsan parlamenterên HDP dorpêç kirin û herî kêm 60 endam û rêvebirên HDPyî desteser kirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta şermezarkirina sîleyê polîsekî ku ji Ferhad Encu yê Hevserokê Şaxa Stenbolê yê HDP re avêtibû, li Stenbolê çalakiyek pêk bianiya. Lê polîsan ji ber ku destûr bo çalakiyê nehatibû dayîn Hevserok û parlamenterên HDP dorpêç kirin û herî kêm 60 endam û rêvebirên HDPyî desteserkirin. Mîthat Sancar ê Hevserokê HDP ragihand ew ê bersiva sîleyê bo Encu hatiye avêtin di hilbijartinê de bidin. Gelek serkirdeyên siyasî yên ji partiyên opozîsyonê dorpêçkirina Hevserok û Parlamenterên HDP wek nehiqûqiyekê û kiryareke antîdemokratîk bi nav kirin.

Parlamenter û Hevserokên HDP ji bo ku bertekê nîşanî sîleyê polîsê ku li Ferhad Encu yê Hevserokê HDP yê şaxa Stenbolê avêtibû bidin li ber avahiya partî ya navçeya Kadikoyê kom bûn.

Piştî çend dirûşmeyên Kurdî û Tirkî yên alîgirên HDPê yên li ser xwedîderketina Encû û derbarê girtiyên nexweş de hejmareke zêde polîsan avêtin ser avahiyê.

Ferhad Encu û Îlknur Bîrol ên Hevserokên şaxa Stenbolê jî tê da herî kêm 60 HDPyî hatin desteserkirin.

Hevserokê HDP Mîthat Sancar û gelek parlamenter ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û polîs nehişt ku ew bikevin avahiya partiyê xwe. Sancar got: Bi rêbazeke siyasî û demokratik dê bersiva wê sîleyê bidin.

Mîthat Sancar diyar kir: “Ev astengî û dorpêçkirin nîşaneya tirsa desthilatê ye. Em ê di hilbijartinê de bersiva sîleyê bidin. Ji bo darizandina kesên berpirs ên di bûyera Encu de çi hewce bike em ê bikin. Ev pergala zilm û nîjadperestiya heyî em ê têk bibin.”

Parlamentera HDPê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, sîleyê polîs wek sîleya li gelê Kurd hatiye avêtin bi nav kir.

Dîlan Dîrayet Taşdemîr ji K24ê re ragihand: “Ev êrîş li ser gelê Kurd, siyaseta demokratîk, pêşeroja Tirkiye û hemû Kurdan e. Ev êrîş bi awayekî bi zanetî û plankirî hatiye kirin. Îro tevgereke heye ku hiqûq, yasa ne di xema wê de ye weke mafya tevdigere bila aliyê opozîsyonê jî li gor vê helwesteke cidî nîşan bide.”

Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Partiya Deva Alî Babacan, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmed Davutoglu dorpêçkirina Hevserokê HDPê şermezar kirin û wekî dijî demokrasî nehiqûqiyeke mezin bi nav kirin.