87 endam û alîgirên HDPê hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeha Stenbolê binçavkirina 87 endam û alîgirên HDPê ragihand.

Parêzgeha Stenbolê bi daxuyaniyekê eşkere kir, di xwepêşandanên HDPê yên li bajarokê Kadikoyê ya Stenbolê de 87 kes hatine binçavkirin û di derbarê wan de lêpirsîna dadî hatiye destpêkirin.

Ji aliyekî din ve li bajarê Kocaeliyê jî di xwepêşandana HDPê de şeş kes hatine binçavkirin ku di nava wan de her du Hevserokên Şaxa Kocaeliyê ya HDPyê jî hene. 

Berî niha du rojan li Stenbolê di xwepêşandaneka HDPê de, polîsekî sîle li Hevserokê Şaxa HDPê ya Stenbolê Ferhad Encû dabû û ev bûyer li gelek bajar û bajarokên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi meş û çalakiyan tê şermezarkirin.

Hevserokê HDP Mîthat Sancar û gelek parlamenter duhî ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û polîs nehişt ku ew bikevin avahiya partiyê xwe. Sancar got: Bi rêbazeke siyasî û demokratik dê bersiva wê sîleyê bidin.