PAK, PSK û Hereketa Azadî êrîşa li ser Ala Kurdistanê şermezar dikin

PAK, PSK û Hereketa Azadî: Alaya Kurdistanê nirxa me ya neteweyî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hereketa Azadî, Partîya  Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya  Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) êrîşa li ser Ala Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kirin û gotin: “Emê serê xwe li himberî tu êrîşan netewînin; Alaya Kurdistanê nirxa me ya neteweyî ye.”

Li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê duhî Duşemê 19ê Berfanbara 2022yan li hêzên asayîşê avêtin ser avahiyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hereketa Azadî û alayên Kurdistanê yên li avahiyên wan anîn xwarê.

Di vê derbarê de PAK, PSK û Hereketa Azadî îro li Diyarbekir di konferanseke rojnamevanî de daxuyaniyeke hevbeş xwendin û ev kiryar şermezar kirin û gotin: “Em vê biryara Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê û helwesta polîsên Emnîyeta Amedê ya li ser Hereketa Azadî, PAK û PSKyê jî, êrîşên berê jî, wek êrîşên li himberî nirxa neteweyî, niştimanî ya gelê Kurdistanê, êrîşeke li himber azadîya xwe îfadekirinê û azadîya xebata rêxistinî dibînin.”

Daxuyaniya PAK, PSK û Hereketa Azadî:

Emê serê xwe li himberî tu êrîşan netewînin; Alaya Kurdistanê nirxa me ya neteweyî ye

Li ser daxwaza Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê  û bi îzna Dadgeha Sulh û Cezayê ya Yekem a Amedê , polîsên Emnîyeta Amedê, roja 19.12.2022yê avêtin ser Teşkîlatên Amedê yên Hereketa Azadî, PAK û PSKyê.

Wekî tê zanîn bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê Hereketa Azadî, PAK û PSKyê li Teşkîlatên xwe yên Amedê Alaya Kurdistanê hilda bûn.Û wek nûçe di hinek malperan da wêneyên hildana Alaya Kurdistanê ya Hereketa Azadî, PAK û PSKyê hatibûn belav kirin.

Hinek kesên nîjadperest, di sosyal medyayê da van wêneyan kiribûn sebebê êrîşa li dijî Alaya Kurdistanê û Hereketa Azadî, PAK û PSKyê jî wek hedef nîşan dabûn.

Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê  nîvîsên van nîjadperestan yên li ser sosyal medyayê wek şîkayet qebûl kirîye û bi îzna Dadgeha Sulh û Cezayê ya Yekem a Amedê îzna ligerînê wergirtîye.

Polîsên ku avêtine ser avahîyên  Hereketa Azadî, PAK û PSKyê ew belgeya îznê nîşanî rêvebirên hersê partî û hereketan dane û dest bi lêgerîna nav avahîyên hersê partî û hereketan kirine û gotine ‘’Ji ber ku we Alaya Kurdistanê li ser tabelaya teşkîlata xwe hildaye, Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê îzna lêgerîna nav avahîyê daye me. Em ji bo vê sedemê hatine’’. Di dema lêgrînê da parêzeran partîyên me jî li avahîyên me amade bûn.

Herçiqas, sedema van lêgerînan wek Alaya Kurdistanê hatibe nîşandan jî, polîsan, li ser emrê serdozgerî, dest danîne ser hemû kompîtur, dokumanên fermî, dosya, pirtûk, kovar, afîş û alayên Kurdistanê û birine Emnîyeta Dîyarbekirê.

Polîsên Emnîyeta Amedê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr, Sekreterê Giştî  yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî jî ji bo îfadeyê bi xwe ra birin Emnîyeta Dîyarbekirê. Piştî ku îfadeya wan ji alîyê Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê ve hate girtin, Nûrûllah Tîmûr di eynî  şevê da, Metin Pirani ji di sipêdeya roja 20.12.2022yê da  hate  berdan.

Helbete ku êrîş û qedexeyên li ser Alaya Kurdistanê ne cara yekem e ku pêk tên. Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê gelek caran Alaya Kurdistanê rû bi rûyî êrîş û qedexeyan bûne. Roja 17ê Çileya Pêşîn ji ber ku Alaya Kurdistanê hildane, berpirsên CNKyê Jîyan Tîmûrtaş û Şerzan Kiliçaslan jî li Amedê hatine desteser kirin û hîna jî nehatine berdan. Em vê biryara Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê û helwesta polîsên Emnîyeta Amedê ya li ser Hereketa Azadî, PAK û PSKyê jî, êrîşên berê jî, wek êrîşên li himberî nirxa neteweyî, niştimanî ya gelê Kurdistanê , êrîşeke li himber azadîya xwe îfade kirinê û azadîya xebata rêxistinî dibînin. Em van êrîşan, van biryaran şermezar dikin.

Alaya Kurdistanê nirxeke herî mezin a neteweyî, niştimanî ya hemû Kurd û  Kurdistanîyên cîhanê ye. Tu kes nikare vê nirxê neteweyî qedexe bike. Em tu qedexeyên li ser Alaya Kurdistanê qebûl nakin, emê li himberî tu êrîşan serê xwe netewînin.

Em, qedexe, bêrêzî û êrîşên  Dewleta Tirkîyeyê û yên nîjadperestan yên li ser Alaya Kurdistanê, şermezar dikin.

Alaya Kurdistanê herweha alaya fermî ya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê ye jî. Alaya Kurdistanê li gorî Qanûna Bingehîn a Federe ya Iraqê jî , alayeke fermî ye ku hemû dewletên cîhanê jî qebûl kirine.

Gelek caran Serokkomar û wezîrên Dewleta Tirkîyeyê, li gel Alaya Tirkîyeyê, bi Alaya Kurdistanê  jî hevdîtinên fermî li gel Rayadarên Herêma Kurdistanê  kirine.

Polîsên Amedê gotin em  ji bo Alaya Kurdistanê hatine li nava avahîyên  teşkîlatên hersê partî û hereketan bigerin ; lê  di encamê da, li gel alayên Kurdistanê dest danîne ser hemû kompîtur, dokumentên fermî, kovar û afîşên û eşyayên din yên li hersê avahîyan. Ev jî binpêkirina mafê azadîya ramanî û azadîya xebata rêxistinî ye.

Belê, Alaya Kurdistanê nirxa me ya neetweyî ye û emê her û her hildin.

Emê serê xwe li himberî tu êrîşan netewînin.