Serokwezîrê Iraqê û Şahê Urdinê hevkariya di warên aborî û bazirganî de gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Şahê Urdinê li Emmana Paytext civiyan, Ofîsa Ragihandinê ya Sûdanî dibêje, di civînê de li ser mijarên aborî û bazirganiyê gotûbêj tên kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro Sêşemê 20/12/2022an bi Şahê Urdinê Ebdullah re civiya. Li gorî Ofîsa Ragihanadinê Sûdanî, her du aliyan li ser hevkarî û hevbeşiya di navbera her du welatan de û pêşxistina pêwendiyên aborî û bazirganî gotûbêj kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de li ser mijarên herêmî û cîhanî hatin axaftin, her wiha tekezî li ser giringiya rol û pêgeha Iraqê wek navendeke bihêz ji bo pêkanîna aramiyê li navçeyê hate kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro Sêşemê ji bo ku beşdarî Konferansa Bexdayê bo Hevkarî û Hevbeşiyê bibe, gihîşt Emmanê Paytexta Urdinê.

Li gorî Berdevkê Wezareta Derve yê Iraqê Ehmed Sehaf, di konferansa ku bi “Lûtkeya Bexdayê” tê binavkirin, piraniya mijarên wê dê li ser prsa ewlehiyê bin ku li herêma Deryaya Mirî ya Şahnişîna Urdunê tê lidarxistin û armanc dike ku piştgiriya Iraq û serwerî, ewlehî û aramiya wê bike.

Berdevkê Wezareta Derve yê Iraqê got ku Urdun mêvandariya vê lûtkeyê li ser daxwaza Şah Abdullahê Duyem dike.

Got jî: Lûtkeya dê bi hemahengiya di navbera Şah Abdullah, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de birêve biçe

Da zanîn jî, ji bilî wan her sê serokan, dê hejmarek ji serok û nûnerên welatan beşdar bin wek Misir, Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Behreyn, Kuweyt, Uman, Tirkiye û Îranê. Her wiha Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî, Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Kendavê, nûnerên Netewên Yekgirtî, Rêxistina Hevkariya Îslamî û Yekîtiya Ewropayê jî dê beşdarî civînê bibin.