Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Hollanda li Hewlêrê kir

Di civînê de, ewlehiya xwarekê û pêwîstiya piştgiriya li sektora çandiniyê hat gotûbêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro Sêşem 20/12/2022 pêşwazî li Konsulê Hollanda li Hewlêrê Yako Berends kir.

Di civînê de behsa pêwendiyên dostane û dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê hat kirin, bi taybetî di warê şerê li dijî terorîstan de ku Hollanda beşek bû ji hewlên navdewletî yên ji bo alîkariya Pêşmerge ji bo şikandina DAIŞê.

Mijareke din a civînê jî ewlehiya xwarek û pêwîstiya piştevanîkirina li sektora çandiniyê bû ta ku bibe çavkaniyeke girîng li kêleka samanên din ên bi xêr û bereket ên Kurdistanê.