CENTCOM: Serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyê hat desteserkirin

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, bi rêya helîkopterê ve di nava 48 demjimêrên borî de sê êrîşên cuda li rojhilatê Sûriyê hatin encamdan.

Hewlêr (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, bi rêya helîkopterê ve di nava 48 demjimêrên borî de sê êrîşên cuda li rojhilatê Sûriyê û bi ser çendîn çekdarên DAIŞê de hatin kirin û serkirdeyekî diyar ê DAIŞê hat desteserkirin.

CENTCOM di daxuyaniyekê de eşkere kir, di çarçoveya 3 êrîşên cuda de bo ser baregeh û pêgehên DAIŞê li rojhilatê Sûriyê, pênc çekdarên DAIŞê û serkirdeyekî diyar ê wê rêxistinê hatin desteserkirin.

Herwiha eşkere kir, yek ji wan kesên hatine desteserkirin, destê wî di cîbicîkirina êrîşan de li Sûriyê hebûye û serkirdeyekî diyar ê wê rêxistinê ye.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya li Sûriyê, bi serkirdetiya Amerîkayê, bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dijî çekdarên DAIŞê şer dikin.