Zelensky yekem gera bo derve ji destpêka şer ve, serdana Washingtonê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî Medyaya Amerîkî, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky dê îro Çarşemê serdana Washingtonê bike,  ev jî dibe yekem gera wî ya bo derve, ji piştî êrîşa hêzên Rûsî li ser welatê wî di 24ê Sibatê de.

Medyaya Amerîkî ragihand, Zelensky dê serdana Koşka Spî bike û dê bi Serok Joe Biden ê ku dixwaze pakêteke nû ya çekan ji bo Kîevê ragihîne û bo cara yekem mûşekên Patriot pêşkêşî Ukraynayê bike re bicive.

Medyaya Amerîkî diyar kir jî, dibe ku Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky li Kongressa Amerîkî jî gotarekê pêşkêş bike.

Ji aliyê xwe ve, Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi duhî Sêşemê nameyek ji endamên encûmenê re şand û tê de daxwaz ji wan kir ku beşdarî rûniştina ku dê êvariya Çarşemê were lidarxistin bibin, bêyî ku naveroka vê civînê eşkere bike.

Ev yek di demekê de ye, Kongressa Amerîka xwe amade dike ku projeyasaya budceya dewleta federal pesend bike ku tê de alîkariyên nû yên ji bo Ukraynayê ku digihe 44,9 milyar dolaran heye.

Ji dema ku hêzên Rûsî deh meh berê dest bi êrîşa li ser Ukraynayê kirine, Zelensky ti carî ji Ukrayna derneketiye, hemû dema xwe ji bo serperiştîkirina şer, çalakiyên siyasî, dîplomatîk û mirovî terxan dike.

Ji destpêka şer û vir ve, Zelensky bi serokên gelek welatan û endamên parlamentoyên li çaraliyê cîhanê re axiviye, lê ev hemû diyalog bi vîdeo yan jî bi telefonê hatine kirin.