Sûdanî li ser rewşa Kerkûk û Diyalayê ligel fermandaran civiya

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser rewşa parêzgehên Kerkûk û Diyalayê, civîneke ewlehiyê pêk anî.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser rewşa parêzgehên Kerkûk û Diyalayê, civîneke ewlehiyê pêk anî.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: “Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî bi amadebûna Serokerkanê Artêşa Iraqê û Fermandarê Hêzên Hevbeş û hejmarek ji rayedarên payebilind, serokatiya civînekê li ser bûyerên herdu parêzgehên Kerkûk û Diyalayê kir, ku di çend rojên borî de bi rêya çend êrîşên terorîstî hatibûn armanckirin.”

Di civînê de plana nû ya ewlehiyê ji bo dubarenebûna êrîşên terorîstî gotûbêj hat kirin, Serokwezîrê Iraqê tekezî li wê yekê kir ku bûyerên bi vî rengî bêyî tolhildanê derbas nabin.

Mihemed Şiya Sûdanî fermandarên serbazî bi wê yekê raspart ku cardin planên xwe yên ewlehiyê ji ber çavan derbas kin, bi taybetî li wan deverên ku DAIŞ çalakiyan tê de encam dide.

Herwiha Sûdanî tekezî li encamdana hevahengiya îstixbaratî kiriye, da ku zanyariyên pêşwext li ser êrîşan hebin.