DAIŞê li Kerkûkê êrîş kir: Kuştî û birîndar hene
Hewlêr (K24) – DAIŞê li nahiya Sergeran a ser bi parêzgeha Kerkûkê êrîşî artêşa Iraqê kir û li gor zanyariyan kuştî û birîndar hene.
Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Kerkûkê ragihand, li nahiya Sergeran a ser bi parêzgeha Kerkûkê, DAIŞê êrîşî artêşa Iraqê kir.
Peyamnêrê me eşkere kir, li gor zanyariyên destpêkê, di encama şer de leşkerekî artêşa Iraqê hatiye kuştin û du leşker jî birîndar bûne.