NY: Ji 2011an ve rewşa civakî û aborî li Sûriyê ya herî xirab e

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkarê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî û Koordînatorê Karûbarên Mirovî Martin Griffiths radigihîne, ji destpêka şer û vir ve, rewşa civakî û aborî li Sûriyê niha ya herî xirab e. Tekez kir jî, di sala 2022an de jî rekorên neyînî li Sûriyê hatine şikandin.

Griffiths duhî Çarşemê di Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê Sûriyê de got, Sûriyê di asta pêwîstiyên mirovî de ji destpêka şer û pevçûnan di sala 2011an de û heta niha, ti carî bi vî rengî têk neçûye. Her wiha tirsa xwe anî ziman ku sala 2023an dê krîzên zêdetir ji Sûriyan re bi xwe re bîne.

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê Geir Pedersen di rûniştina Encûmena Asayişa Navdewletî de ragihand ku gelê Sûriyê li hundir û li derveyî navçeyên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de rûbirûyê qeyraneke mirovî û aborî ya giran dibe.

Pedersen anî ziman ku deverên di bin kontrola Esed de gihiştine asta herî zêde ya pêwîstiyên enerjiyê. Da zanîn jî, dezgehên hikûmetê ji ber nekarîna wan ji bo dabînkirina enerjiya pêwîst bo veguhestina karmendan, neçar mane ku karê xwe rawestînin.