Mîthat Sancar: Tirkiye naxwaze Kurd li ti cihekî bibin xwedî maf

Mîthat Sancar: Tirkiye dixwaze Kurd sedsaleke din bê statû û bê maf bimînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar derbarê operasyonên leşkerî yên Tirkiyê de ku li Başûr û Rovajayê Kurdistanê de ragihand, bi şer pirsgirêk nayin çareserkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di çarçoveya beşdariya bernameya Basî Roj a K24'ê de nerazîbûn nîşanî siyaseta derve ya Tirkiyê da û got: Operasyonên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, pirsgirêkan çareser nakin û desthilatdar jî naxwazin Kurd bibin xwedî statû û maf.

Sancar wiha axivî: “Bi salan e, desthilata AKP û MHPê di hundir de zordarî û li derve jî polîtîkayên şer dimeşîne, vê polîtîkayê ji bo domandina desthilatdariya xwe dikin, lê ji gelan re derewan dibêjin. Em dizanin bi vê operasyonê, pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, ev ne çare ye, ev operasyon hemû, li Başûrê Kurdistanê û li Rojava pirsgirêka Kurd hîn girantir dikin û hîn mezintir dikin. Em dibêjin çareserî bi siyasetê ye, çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd hewce ye. Divê em vê rêyê ava bikin, bi şer ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Sedema van êrîşan ew in ku desthilatdar naxwazin Kurd li ti derê dinyayê bibin xwedî heq û edaletê. Dixwazin Kurd sedsaleke din bê statû û bê maf bimînin.”