Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Em êrîşa li ser diasporaya Kurdî ya li Parîsê şermezar dikin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşa li Parîsê şermezar kir ku di encamê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin û daxwaz ji Kurdên li diyasporayê kir ku aram bin.

Hewlêr (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşa li Parîsê şermezar kir ku di encamê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin û daxwaz ji Kurdên li diyasporayê kir ku aram bin.

Îro li navenda Parîsê kesekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 Kurd hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi tundî êrîşa li ser Kurdên diyasporayê şermezar kir û got, “Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beşeke din a daxuyaniya xwe de daxwaz ji Kurdên li diyasporayê jî kir ku aram bin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin: “Baweriya me ya temam bi saziyên Hikûmeta Fransa û sîstema dadwerî heye ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina Kurdistaniyên li Fransayê û sizakirina êrîşkar û tawankaran bigirin.”

Hat ragihandin ku êrîş ji aliyê Fransîyekî 69 salî ve hatiye kirin û hatiye desteserkirin.

Li gorî zanyariyên polîsan, êrîşkar welatiyê Fransayê ye û di Kompanya Rêhesinê ya Neteweyî ya Fransayê de wek şofêrê trênê malnîşîn bûye. Herwiha hat eşkekirin: “Ew li cihê bûyerê hat girtin û bi rayedaran re hevkariyê dike. Ew niha ji ber kuştin û tundûtûjiyê di bin lêpirsînê de ye.”