Ozçelîk: Divê hemû Kurd li hemberî êrîşên nîjadperestî yekhelwest bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê ku di encamê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin, şermezar kir û hêvî xwast ku di demeke kurt de sebebê vê êrîşê û yên li pişt vê êrîşê ne bêne dîyarkirin û êrîşkar jî bê cezakirin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li ser êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê ku di encamê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk:

Roja 23ê Çileya Pêşîna 2022yê, kesekî Fransiz ku temenê wî 69 sal e, li Parîsa paytexta Fransayê bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 Kurd hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Ez vê êrîşa nîjadperestî şermezar dikim.

Sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên vê êrîşê ra, şîfaya xêrê ji birîndaran ra dixwazim.Serê gelê me sax be.

Serokê Fransayê Rêzdar Emmanuel Macron di derbarê vê êrîşa çekdarî da hevxemîya xwe dîyar kirîye û gotîye kurd bûne armanc. Ji ber vê helwesta cenabê wî, ez spasîya rêzdar Macron dikim û hêvî dikim ku di demeke kurt da sebebê vê êrîşê û yên li pişt vê êrîşê ne dê bêne dîyarkirin û êrîşkar jî dê bê cezakirin.

Di serî da hemû kurdên ku li dîasporayê dijîn, divê hemû kurdên cîhanê  li himberî êrîşên nîjadperestî yên bi vî rengî helwesteke yekgirtî bigirin.

24.12.2022

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê