Li Reqayê 6 endamên Asayiş û HSDê di êrîşeke DAIŞê de hatin kuştin

HSD
HSD

Navenda Nûçeyan (K24) – Sê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û sê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) di êrîşeke çekdarên şaneyên girêdayî DAIŞê de li taxa Diriyê ya rojavayê Reqayê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên şaneyên girêdayî DAIŞê êrîşî baregeheke HSDê li nêzîkî zîndana Îstixbaratê ya li rojavayê Reqayê kirin û di encamê de 3 şervanên HSDê û 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin kuştin.

Ev yek piştî wê tê, îro hejmarek girtiyên DAIŞê ji baregeha HSDê ya li taxa Diriyê reviyabûn û piştre jî êrîşê wê baregehê kirin.

Jêderekî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) diyar kir, di êrîşê de 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku yek ji wan kembera teqîner li xwe kiribû.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, ji destpêka sala 2022an ve 199 operasyon ji aliyê girûp û şaneyên çekdar ên DAIŞê li deverên bin kontrola HSDê de hatine kirin.

Li gorî belgeyên Rewangehê jîdi van êrîşan de 54 sivîl û 89 şervanên HSD û asayiş û hêzên din ên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatine kuştin. Ev yek jî ji bilî êrîşa li ser zîndana Hesekê yak u tê de ziyanên mezin derketin.