Ukrayna daxwaza derkirina Rûsyayê ji Encûmena Asayîşa Navdewletî dike

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba îro Duşemê daxwaz kir, Rûsya ji endamtiya Encûmena Asayîşa Navdewletî were derxistin.
Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba
Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba îro Duşemê daxwaz kir, Rûsya ji endamtiya Encûmena Asayîşa Navdewletî were derxistin.

Dmitro Kuleba diyar kir, hikûmeta Kîevê daxwaz dike ku endamên Neteweyên Yekgirtî êdî rê nede Rûsya endamê herdemî yê Encûmena Asayîşa Navdewletî be û divê ji Neteweyên Yekgirtî were dûrxistin.

Kuleba got, hebûna Rûsyayê di wê encûmenê de li cem Amerîka, Brîtanya, Fransa û Çînê, cihê helwestê ye.

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Herdemî yê Rûsya yê li Neteweyên Yekgirtî Vassily Nebenzia ragihand, bêparkirina Rûsyayê ji kursiyê xwe yê herdemî li Encûmena Asayîşa Navdewletî, li gor peymana Neteweyên Yekgirtî, ne mimkun e.