Amarên operasyonên artêşa Iraqê yên li dijî DAIŞê di sala 2022an de

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê îro Sêşemê ragihand, ew kar li ser derxistina raporteke salane derbarê operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞê de dikin.

Berdevkê Fermandeyê Operasyonên Hevbeş Tehsîn Xefacî ragihand, hejmara destpêkî ya kuştiyên DAIŞê ku di sala 2022an de di operasyonên asmanî yên Iraqê de hatine kuştin, zêdetirî 200 kesan bûye.

Amaje bi wê yekê kir, amarên destpêkê yên kuştiyên DAIŞê li ser destê hêzên ewlehiyê jî, zêdetirî 400 endamên DAIŞê ye.

Xefacî da zanîn, deverên ku herî zêde operasyonên leşkerî li wan hatine kirin, deverên başûrê rojavayê Neynewa, bakurê Selahedîn, bakurê Diyala, başûrê rojavayê Kerkûkê û biyabana Enbarê ne.

Ev di demekê de pêr 25/12/2022an Nûnerê Wezareta Navxwe û Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Fermandehiya Operasyonên Hevbeş de Ebdulxaliq Telhet ji K24ê re ragihand, eger rêkeftina di navbera artêşa Iraqê û Wezareta Pêşmerge de ya ji bo birêvebirina navçeyên Kurdistanî neyê cîbicîkirin, metirsiya zêdebûna êrişên DAIŞê li van deveran heye.