Karsazên Bakur gazindan ji xizmetguzariya deriyê sînorî yê Xabûrê dikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Rêveberên odeyên bazirganiyê yên Bakurê Kurdistanê gilî û gazindan ji kar û xebatên li Deriyê Sînorî yê Xabûrê dikin û dibêjin; hin karsaz carinan 2 rojan di otomobîlên xwe de radizin û ev rewş jî bandorên neyînî li ser bazirganiyê dike. Li gorî gotinên karsazan; salane di deriyê Xabûrê re bihayê 11 milyar dolar derfirotin tê kirin lê ev rêje ji ber pirsgirêkên li gumrikê bilind nabe.

Di Deriyê Sînorî yê Xabûrê re rojane nêzîkî 3 hezar balhilgir derbasî Herêma Kurdistanê dibin. Karsazên Bakur û Tirkiyeyê ji rewşa karkirina li Deriyê Sînorî yê Xabûrê ne razî ne û dibêjin; ji ber ku di navbera Herêma Kurdistanê û Bakur de geştên asmanî yên rasterast nîne, karsaz jî bi riya deriyê sînorî tên û diçin lê belê ji ber ku li gumrikê kar û xebat bêserûber in, karsaz mexdûr dibin.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re got: “Heger pirsgirêkên li Xabûrê bêne çareserkirin û li gel rayedarên Herêma Kurdistanê hevkariyeke baştir bê kirin, Tirkiye dikare salane bihayê 40 milyar dolar derfirotin bike. Divê parêzgarê Zaxo û Parêzgarê Şirnexê li ser çareserkirina pirsgirêkên li deriyên sînorî hevdîtinan bikin. Li Hewlêr, Silêmaniyê û Duhokê kargehên karsazên me hene lê karsaz nikarin bi rihetî bên û biçin.  Karsaz carina 2-3 rojan li gumrikê dimînin. Divê ev pirsgirêk demildest bêne çareserkirin.”

Li gorî amarên fermî yên 2021an, ji Tirkiye û Bakur bo bazara Herêma Kurdistanê bi riya Deriyê Sînorî yê Xabûrê bihayê 11 milyar dolar derfirotin hatiye kirin. Li gorî ragihandina karsazan divê deriyê Xabûrê demildest bê nûjenkirin, hejmara fermanberan bêne zêdekirin, ji bo vîzeyê karhêsanî bê kirin da ku rêjeya danûstandinê zêde bibe.

Karsaz Hasan Yeşîl dibêje: “Di nava 11 mehan de ji Diyarbekirê bihayê 264 milyon dolar derfirotin hatiye kirin. 109 milyon dolarê vê tenê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê hatiye kirin. Bazara Herêma Kurdistanê ji bo me gelek girîng e. Ji ber vê yekê divê rayedarên Tirkiyeyê ji b ovan pirsgirêkan çareseriyekê bibînin.”

Karsaz dibêjin; bazara Herêma Kurdistanê û Iraqê di nava sê bazarên ku herî zêde Tirkiye derfirotinê dike de cih digire lê ji ber kêm xizmetguzariya gumrikê Tirkiye ji vê bazarê baş sûdê wernagire.

Ji herêma pîşesazî ya organîze ya Diyarbekirê rojane bi sedan barhilgir wan berhemên ku li van kargehan têne berhemanîn bar dikin û ji bo bazara Herêma Kurdistanê, Iraqê û Rojhilata Navîn dibin. Xwediyên van kargehan dibêjin divê li Xabûrê kar û xebat zû bêne kirin da ku ev barhilgir jî zû bên û zû biçin.”