Li Reqayê qedexeya giştî hatiye ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Sivîl a Reqayê piştî êrîşa duhî ya li ser navendeke HSDê, qedexeya derketina derve li bajarê Reqayê ragihand.

Hevserokatiya Hevbeş a Komîteya Navxwe ya Parêzgeha Reqayê, ji bo parastina ewlehî û aramiya xelkê herêmê, duhî êvarî rewşa awarte û qedexeya derketina derve li tevahiya herêmê û gundewarê wê ragihand û hêzên asayişê bazar û tax girtin û karê saziyan heta daxuyaniyeke din rawestand.

Qedexe îro di roja xwe ya duyemîn de berdewam e, li gor çalakvanan jî, gelek malbatên ku di encama rewşa awarte de mexdûr bûne hene, bi taybetî kesên ku wek bi rojane dixebitin wek, karker, kasipkar û kesên ku mûçeyên wan kêm in.

Ev yek piştî wê tê, hejmarek girtiyên DAIŞê ji baregeha HSDê ya li taxa Diriyê ya Reqayê reviyabûn û piştre jî êrîşê wê baregehê kirin, di encamê de 3 şervanên HSDê û 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin kuştin.

Her wiha di êrîşê de 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku yek ji wan kembera teqîner li xwe kiribû.

Bajarê Reqayê
Bajarê Reqayê