Piştî aloziya bi salan.. Erdogan pêşwazî li balyoza nû ya Îsraîlê li Enqerê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî çend salan ji aloziyan, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, duhî Sêşemê pêşwazî li Balyoza nû ya Îsraîlê li Enqerê Irit Lillian kir.

Ev pêngav di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên di navbera her du welatan de tê ku dixwazin rûpela nakokiyan bigirin û têkiliyên xwe yên dîplomatîk ji nû ve bidin destpêkirin.

Tirkiye û Îsraîl îsal bi serdanên di asta bilind de dest bi başkirina pêwendiyên xwe kirin, di nav de jî serdana Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog bo Enqereyê. Her du alî di meha Tebaxê de jî li hev kiribûn ku pêşwazî li balyozên hevdu bikin.

Piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hilbijartinên meha borî de bi ser ket, wî û Erdogan li hev kirin ku kar ji bo avakirina serdemek nû a têkiliyan bikin, li ser bingeha rêzgirtina ji berjewendiyên hevbeş.

Îrît Lîlîan ku ji Çileya 2021ê vir ve nûnera Îsraîlê li Enqerê ye, piştî ku belgeyên xwe pêşkêşî Erdogan kirin, bû balyoza nû.

Pêwendiyên di navbera Îsraîl û Tirkiyê de ku zêdetirî deh salan hevalbendên herêmî yên nêzîk bûn, piştî êrîşa Îsraîlê ya sala 2010an li ser gemiyeke alîkariyê ya ber bi Xezeyê ve diçû û tê de 10 welatiyên Tirkiyê hatin kuştin, aloz bûbûn.

Ji aliyê xwe ve jî, Serokê Îsraîlî Îshaq Herzog duhî li Twittera xwe daxwaza xwe ya wergirtina belgeyên balyozê nû yê Tirkiyê li Tel Avîvê nîşan da.